Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Perwerdeya “hişmendî û dîroka bajêr” didin esnafan

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo esnaf û kargehan dê “perwerdeya hişmendî û dîroka bajêr” li dar bixe.

Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta geşkirina potansiyela turîzmê dê ji bo xebatkarên kafe, restoran, xwaringeh, şîrînafiroş, pastaxane, dendikfiroş, firoşkarên cilûbergên herêmî, xirş û diyarîyan difiroşin dê perwerdeya “Hişmendî û dîroka bajêr” pêk bîne.

Perwerde dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Esnafan ve bête lidarxistin û mebesta vê perwerdeyê ew e ku esnaf û xebatkarên wan hay ji hişmendiya dîroka bajêr bibin, gava muşterî û turist tên bi vê hişmendiyê bi wan re danûstandinê bikin.

Serlêdan 3-20’ê berfanbarê ye

Ji bo beşdariya vê perwerdeyê serlêdan di navbera 3-20’ê berfanbarê de têne wergirtin û perwerde dê li şûnewarên dîrokî yên bajêr rûbirû bêne lidarxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan