Perwerdeya tenduristîya dev û diranan
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên di bin banê wê de perwerde dibin bi boneya “18-24’ê Mijdarê Hefteya Tenduristiya Dev û Didanan” qurek perwerdeyê li dar xist.
Ji bo xwendekarên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Serokatîya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de perwerde dibin bernameyeke perwerdeya dev û didanan birêve çû.
Ji bo xwendekarên Mala Zanînê ya Prof.Dr. Azîz Sancar li Bismilê û Mala Zanînê ya Navendî perwerde der barê tenduristiya dev û didanan de hate pêkanîn. Ji bo xwendekaran kurtefîlm hate nîşandayîn û bi beşdariya online ya bijîşkan der barê tenduristiya dev û diranan de agahî hatin dayîn.
Bijîşkan di perwerdeyê de bal kişand ser giringiya paqijiya diranan, bikaranîna firçe û şûştina wan, çawanîya xwarin û vexwarinê û rêbazên wê.
Ji bo zarokan giringiya dev û diranan hate gotin
Li krêşên bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ji bo zarokên 4-6 salî li Sumerparkê bernameya têgihandinê hate lidarxistin.
Di bernameyê de giringiya pqaijiya dev û didanan hate vegotin û rêbazên parastina wan ji zarokan re hatin gotin.
Di dawiya bernameyê de seta venêrtina dev û diranan diyarî zarokan hate kirin.
