Pira navbera nifşan do û îro gihandin hev
Şaredariya Bajarê Mezin, bi bernameya “Pira Navbera Nifşan” kalepîr û ciwanên nû gihandin hev.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo salmezinên umrê xwe borandî û ciwanên ter û taze bernameya “Pira Navbera Nifşan” li dar xist.
Bername li Loqala Kalepîran a li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê birêve çû û di bernameyê kalepîrên bin banê şaredariyê xwendekarên Zanîngeha Dîjleyê li hev rûniştin.
Ciwanan, kulîlk pêşkêşî kalepîran kirin û der barê jiyan, serpêhatî û ezmûnên wan ên jiyanê re bi wan re sohbet gerand.
Di bernameyê de Koroya Muzîka Gel a Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin stran gotin û kalepîr û ciwanan bi hev re govend gerand.
Bername bi girtina fotoyên bîrhatinê bi dawî bû.
