Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Pompeyên Stasyona Avê ya Hoşanê hatin guhartin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Dezgehê Pengandin û Pişkandina Avê ya Hoşana li Erganiyê bikêrtir karê zeynandina avê pêk bîne pergala pompeyê guherand.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), ji ber ku di stasyona peşikandina avê de pompeyên bi tîrik erize dan şûna wan pengala pompeyên bi şêwazê noqavê dabîn kirin.

Pompeyên Stasyona Pengandin û Peşkandina Avê ya Hoşana Erganiyê ku jis edî 40’ê pêdiviya avê ya navçeyê pê tê dabînkirin, ji ber ku arize dan hatin guhartin.

Bi saya pergala nû ya peşkandinê êdî stasyon dê bikêrtir avê bide û êdî av nayê birrîn.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’y’ê Firat Tutşî, xebat li cihê wê seh kirin û der barê wê de agahî wergirtin.

Tutşî, diyar kir ku ji bol i Erganiyê pirsgirêka avê çênebe wan li ser Stasyona Peşkandinê ya Hoşanê xebat daye destpêkirin ûw eha got:

“Êdî li navçeya Erganiyê av dê bêkêmasî bikeve malan. Me stasyona xwe ya peşkandina avê xurttir kir û ew ê di asta herî bilind de xebata xwe bike.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan