Projeya Şaredariyê hêjayî xelata TBB’ê hate dîtin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta deriyên debarê ji bo ciwanan veke projeyeke pêşkêşî Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) kir û ev proje hêjayî destekdanê hate dîtin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di “Pêşbirka Raman û Projeya Bajarên Ciwandost” de ku ji aliyê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Wezareta Spor û Ciwanan ve hate lidarxistin, bi projeya xwe ya “Genç Start-Up Diyarbekir” kete nav 22 şaredariyan û mafên wergirtina destekê stand.
Merasîma xebatdanê, di navbera 24-25’ê tebaxê de bi malovaniya TBB û Wezareta Spor û Ciwanan, bi beşdariya Serkomar Recep Tayyîp Erdogan li ATO Congresium Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Enqereyê tê lidarxistin û tê de “Pêşangeh û Kongreya Bajarên Ciwandost” tê lidarxistin.
Walî Munîr Karaloglu, di kongreye de, ligel şaredariyê xelatgir dê xelata Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî werbigire.
