Rêveberiya TÎTAK’ê serdana Mizrakli kir
Rêveberiya Kooperatîfa Texsikarên Ticarî(TİTAK) serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kirin.
Serokê TÎTAK’ê Mehmet Yalçin tevî endamên desteya rêveberiyê serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kirin û di karê wî yê nû de hêviya serkeftinê kirin.
Mizrakli, bi Endamên Meclîsa Şaredariyê re pêşwaziya mêvanên xwe kir, ji bo serdana wan kêfxweşiya xwe anî ziman. Mizrakli, destnîşan kir ku di xizmetguzariyê de texsiyên ticarî xwediyê rolek giring in û got ku ajovanên texsiyan neynika bajêrî ne. Mizrakli, destnîşan kir ku gava mirov ji vî alî ve lê binêre ajovanên texsiyan xwediyê rolek gelek giring in, ji bo pirsgirêkên çûnûhatinê bi hevdînek taybet nîqaş kirin.
