Rêya 14 gundan ji berfê hat paqijkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber barîna berfê ya li deverên bilind zend û bendên xwe şidandin û li 14 gundan bi giştî li ser 244 kîlometir rêka berfê girtî, xebatên malîna berfê dimeşîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku berfa ewil a salê ket ji bo welatiyên gundewaran ji ber berfê mexdûr nebin li navçe û gundan bêrawestan xebatan didomîne.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê ji ber lêkirina berfê ya li gundên bi ser Pasûr, Licê, Henî û Farqînê ket nav tevgerê û 224 km rêya ji berfê hatiye girtin, malî û bo hatûçûnê terxan kir.
Şaredarî bi 9 amûrên malînê, 21 karmendan ve xebata malîna berfê dimeşîne û rêya 14 gundan paqij kir.
