Şaredarî bi hawara bêkes û derbederan radibe
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kesên derbeder, bêkes û cihekî wan nebe lê bihewin destê hawarê dirêj kir û 11 mirovên bêkes stare kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi hişmendiya şaredartiya xelkê xebatên xwe didomîne û demildest div ê sir û sermaya zivistanê de bi hawara kesên derbeder radibe û van kesên li kolanan dihewîne.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Zabiteyan, li ser giliyê welatiyan 11 kesên derbeder û bêxwedî li otêlên bi Şaredariya Bajarê Mezin re peymana wan heyî, bi cih kirin.
Ekîban welatiyên ku li derve kuçeyan mane û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene birin ser nexweşxaneyan, welatiyên bêkes û derbeder jî arasteyî Gerînendetiya Alîkariya Civakî a Diyarbekirê û Gerînendetiya Polîtîkayên Malbatê û Civakî ya Bajêr kirin.
