Şaredarî buhayê kelûpelan seh dike
Şaredariya Bajarê Mezin, li zincîremarketên xwecihî û gelemperî û li supermarketan saxtî li ser buhayê kelûpelên zexîreyê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo welatî karibin danûstandineke bi ewle bikin û rê li ber girankirina buhayê kelûpelan bigire saxtîyên xwe didomîne.
Wezareta Bazirganiyê giştînameyek der barê buhayê kelûpelan de weşand û li ser vê ekîbên Serokatiya Daîreya Zabiteyan û ekîbên Gerînendetiya Bazirganiya Bajêr buhayê rûn, hêk, beqliyat, meqerne, pênîr, zeytûn, şekir, çay û hwd ê marketan kontrol kir û di ser kirin û firotina wan re li marjên kara wan nihêrt.
Ekîban seh kir ka buhayê ekîtên qase û refikan hev digirin an na û der barê kargehên derveyî rêgezên danûstandinê dikin hişyarî kirin.
Welatî ji bo girankirina buhayê tiştan gilî bikin dikarin pêwendiyê ligel hejmara ALO 153 zabite û ALO 175 û li ser pêkanîna mobîl a HFA jî çêbikin.
