Şaredarî der barê afatê de perwerde dide xwendekaran
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 22’yemîn salvegera 17’ê Tebaxê Erdheja Marmarayê ya sala 1999’ê perwerdeya pêhesandinê da xwendekaran.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 22’yemîn salvegera Erdheja Marmarayê ya sala 1999’ê ji bo xwendekarên Mala Zanînê, Akademî Lîseyê û xwendekarên ji Pirtûk Kafe û Qiraetxaneyên Millet sûdê werdigirin perwerdeya der barê afatê de li dar xist.
Perwerde ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve hate lidarxistin û tê de pisporên AFAD’ê der barê agirpêketin, lehî, lêmişt, erdhej û karesatên din de agahî dan û hate gotin, di rewşeke weha de divê çawa tevbigerin.
Di perwerdeyê de der barê karesatên suriştî de kurtefîlmek nîşanî xwendekaran dan û bi rahênanê ji xwendekaran re hate gotin ka divê dema karesatê çawa bizavê bikin.
Perwerdeya ku li Salona Semîneran ya Akademî Lîseyê hate lidarxistin bi pirsên xwendekaran û bersivên pirsporan ji wan re bi dawî hat.
