Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî kapasîteya stasyona avê bilindtir dibe

Şaredariya Bajarê Mezin, kapasîteya stasyona neqilkirina avê bilindtir dike ku gorî nifûsa 20 salên pêş a bajêr karibe pêdiviya neqilkirina avê bîne cih.

Gerînendetîya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo aveke bi qelîte û bijûn bide welatiyan xebatên xwe didomîne.

DÎSKÎ, ji bo kapasîteya depoya ava vexwarinê ku 15 hezar metrekup e û li Talaytepeya Peyasê ye, bilindtir bike pêşnimûyek amade kir.

Li gorî vê projeyê, kapasîteya depoya neqilkirina avê dê li gorî pêdiviya 20 salên pêş me bête terxankirin, kelûpelên wê dê bêne nûkirin, pergala wê bête modernkirin, derdora wê dê bête boyaxkirin, dê boriyên pola yên 700’î û 82 metir dirêj lê bêne danîn.

Lêçûna projeyê 3 milyon lîre ye

Projeya ku dê pêdiviya ava vexwarinê ya Taxa Firat û Talaytepe, TOKÎ 500 Evler û warnişînên li Bulvara Mezopotamyayê pêk bîne, 3 milyon lîre digire.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, diyar kir ku stasyona heyî ji ber zêdebûna nifûsê êdî nikare pêdiviyê bîne cih lewra wan ev proje bi pêş xistiye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan