Şaredarî li ba bendavê seyrangehê çêdike
Şaredariya Bajarê Mezin, ji çêkirina “Seyrangeha Ciwanan a Selahedîn Eyûbî” ya li navçeya Pîranê li keviya bendava Keça Qrêl zend û bend şidandin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ji ciwanan re qadên werzîş, çandî û civakî çêbke bêrawestan xebatên xwe didomîne.
Di 1’ê Tîrmeha borî de di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Ciwanan û Sporê de ji bo çêkirina “Seyrangeha Ciwanan a Selahedîn Eyûbî” ku ji bo ciwanên herêmê tevan dê bibe kampgeheke xweş, peyman hate îmzekirin.
Li ser qadeke 180 donim bi xwezayê re
Projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve hate amadekirin, 17 lojmanên yek tebeqe yên aydê Saziya Avê ya Dewletê bi boneya projeyê wek xwaringeh û avahiyên kargêriyê hatin guherandin.
Ekîban, li vê derê 860 metrekare xwaringeh, 546 metrekare ji bo salon, mizgeft, atolye, bîstan û amfî terxan kir û dest bi xebatên çêkirina wan kir.
