Şaredarî li Henê otogarekê çêdike
Şaredariya Bajarê Mezin, dê li navçeya Henê otogarekê ava bike.
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Henê ji bo xizmeteke baştir ya hatûçûnê ji şêniyan re pêk bînin û barê trafîkê siviktir bikin dê otogarekê ava bike.
Otogara navçeyan dê ji 9 peronên guhastinê û ji du beşên cuda pêk were bi giştî dê cihê parkkirina 37 wesayitan lê hebe.
Di otogarê de 383 metreçargoşe dê cihê girtî hebe, 5 cihên firotina bilêtan, salona sekinînê, wc ji bo jin-mêr-astengdaran, jûra venêrtina zarokan, jûra teknîkî, jûra amîrî, mutbex, wc-serşok, depoya avê, jûra razanê û jûra bêhnvedana karmendan hebin.
Otogar dê li ser Cadeya Çarsûyê û rêya Pîran Henê bête avakirin û ji bo ewlehiya ogotarê dê dîwarekî 1 metir bête çêkirin û ser dîwaran bi perjanan bête asêkirin. 2 dergehên parkê dê hebin û li ser zemîna wê ya 432 metreçargoşe plakên bazalt bêne dabînkirin.
Dê cihê garaja îtfaiyê jî hebe
Şaredariya Bajarê Merzin, li aliyê baxçe yê otogara navçeyan a Henê qadeke 121 metreçargoşe dê ji bo wesayita agirkujiyê bête terxankirin.
