Şaredarî li Licê, Pasûr û Peyasê 80 hezar metrekare rê çêdike
Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Lîcê, Pasûrê û Karazê 80 hezar metrekare rê û peyarêkan çêdike û bi vana pirsgirêka hatûçûnê ya nav navçeyan çareser dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr, navçe û gundan xebatên rê û rêbaran û çaksaziya rê û dirban bêrawestan berdewam e.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji bor ê û rêbarên her carekê xira dibin xebatek nû da destpêkirin û di encamê de biryar e li Licê 5 hezar, li Pasûrê 5 hezar û li Karazê 70 hezar metrekare rê û peyarêka beton çêke.
Îhaleya wê hate kirin
Ev rê dê di 240 rojan de amade bibin û ji bo çêkirina van rêyan di 31’ê tebaxa 2021’ê roja sêşemê saet di 11:00’ê de li Salona Civînan a Îhaleyan îhaleya wê hate kirin.
16 fîrma berdarî îhaleyê bûn û dosyeyên wan hatin nirxandin.
Li gorî rêziknameya qanûnî piştî ku pêşniyar hatin nirxandin dê firmaya serkeftî bête aşkerekirin.
