Şaredarî rêya gundên ji ber lêmiştê hatine girtin vedike
Şaredariya Bajarê Mezin, li Turkeliya bi ser Sînopê û gundên bi ser Bozkurta Kastamonuyê rêya gundên ji ber lehiyê hatine girtin, dimale.
Şaredariya Bajarê Mezin, li Turkeliya Sînopê û Bozkurta Kastamonuyê ku lêmiştê lê xistin û gelek ziyana canî û malî çêbûn, xebatên xwe didomîne.
Ekîbên hawarçûnê yên Şaredariya Bajarê Mezin, di 16’ê tebaxê de li ser daxwaza Walî Munîr Karaloglu berê xwe dane cihê karesatê û beşdarî xebatên paqijî, vekirina rêyan, tekûzkirina binesaziyê bûn.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û DÎSKÎ’yê, li navçeya Turkelî rêya gundên ji ber lehiyê xira bûne ji nû ve vedike û dixe ber xizmeta welatiyan, pirên herifti ji nû ve çêdike û menfezên ser robaran ku xitimîne vedike da ku av tê re biherike.
Heta şopên karesata lehiyê li Turkelî û Bozkurtê nemînin, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin dê di xebatên hawarê de bin.
