Şaredariyê serdana bazara jinan kir
Wezîfedarên bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin, serdanek ji bo Bazara Jinan a li Baglarê pêk anî.
Şaerdariya Bajarê Mezin, ji bo rewşa jinan di nav civakê de xurttir bibe gelek kurs, bernameyên perwerdeya pîşeyî li dar dixe, ji bo pirsgirêkên jinan çareyan peyda dike.
Seroka Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê Ayşe Handan Eker û şandeya pê re, serdanek ji bo Bazar Jinan a li Baglarê pêk anî.
Eker û şandeya pê re li dezgehên ku jinan danîne seh kirin, pirs û pirsgirêkên jinan ên der barê bazarê de guhdarî kirin.
Eker, diyar kir ku ew lê dixebitin ku pirsgirêkên jinan çareser bikin û der barê kurs û xizmetguzariya Şaredariya Bajarê Mezin a ji bo jinan de agahî dan.
