Serdana Mizrakli ya Weqfa MEKSA’yê
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana Kampusa Perwerdehiyê ya Weqfa Perwerdeya Pîşeyî û Hevkariya Pişesaziya Piçûk kir û li berhemên şagirtên ku berdewamiya dewreya dibînin de çêkiribûn venêrt.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdan xwe ya komele, weqf û saziyên rêxistinên civakî berdewam dike. Mizrakli, li qada Sümerparkê ku girêdayî Navçeya Yenîşehîrê ye, serdana Kampusa Perwerdehiyê ya Weqfa Perwerdeya Pîşeyî û Hevkariya Pişesaziya Piçûk kir bi şagirtên dewreyê re hevdîtin pêk anî. Endamên Meclîsê û Serokên Daîreyan beşdarî ve geryana Mizrakli bûn.
Mizrakli, ji aliyê şagirtên dewreyê û berpirsên Weqfê ve hate pêşwazî kirin û li kampusê geriya. Li berhemên şagirtên dewreyê venêrt û ji bo keda şagirtan bigihêje heqê xwe bi berpirsan re guftûgo kir. Mizrakli, destnîşan kir ku wê wekî Şaredariya Bajarê Mezin hevkarî û piştgiriya wan bikin û got ku wê wekî Şaredariya Bajarê Mezin Weqfa MEKSA’yê xebatên hevbeş pêk bînin.
Tabloyek ku şagirtan çêkiribû û çarçove kiribûn diyarî Hevserok Mizrakli kirin. Rêveberên Weqfê û şagirtên dewreyê ji bo serdanê spasiya Mizrakli kirin, Mizrakli jî di karê wan de hêviya serkeftinê li wan kir.
