Serlêdan bo kamerayên komsiwariyê
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo dabînkirina kamerayên komsiwariyê û pergala şopandina wesayitan dest bi qebûlkirina serlêdana fîrmayên ku dixwazin belgeya dabînkirina montajê bistînin, kir.
Wezareta Karûbarên Navxweyî, li ser otobûsên şaredariyê û otobûsên taybet, wesayitên koperatîfan, şîrketan, servîsan, taksîyên bazirganî û komsiwariyên takekesî sepandiye ku mecbûr in di wesayita xwe kamera û pergala şopandina wesayitê hilbigirin, bi vê boneye Şaredariya Bajarê Mezin jî zend û bend badan.
Serokatiya Daîreya Hatûçûnê, bi vê mebestê biryara, bi mêjûya 30.06.2021’ê ya hejmar 2021/3-1 ya Desteyê Giştî ya UKOME’yê derxist û li gorî vê biryarê divê fîrmayên dilxwaz heta 30.09.2021’ê serlêdana xwe ya bo wergirtina vî karî li Şaredariya Bajarê Mezin bidin.
Ji bo fîrmayên dixwazin serlêdanê bidin belgeyên tên xwestin li ser malpera https://www.diyarbakir.bel.tr/duyurular/3953-kamera-ve-arac-takip-sistemi-motaj-yetki-duyurusu.html hatin diyarkirin.
