Stargeha Heywanan ya nû tê çêkirin
Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di 10’ê Nîsana 2021’ê de hîmê Navenda Venêrîn û Rehabîlîtekirina Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin danîbû, xebatên ser navendê digihêjin dawiyê.
Ji ber ku stargeha heyî pêdiviya bajêr ranedigirt, Şaredariya Bajarê Mezin dest bi lêkirina Navenda Venêrîn û Rehabîlîtekirina Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a nû kir û xebata ser lêkirinê bi dawî bû.
Ekîbên şaredariyê ji bo pisîk û segên ku dê li vê navendê bêne hewandin pînk û malik çêkirin, avahiya kargêriyê temam kir û niha dê dest bi xebatên hawirçakiya wê bikin.
Navenda nû ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî ve bi awayekî modern hatiye çêkirin, li ser 17 hezar û 54 kîlometrekareyê avahiyeke xwedî teknolojî û cîhazên pêşketî ligel amalîyatxane û taqîgehekê dixe ber xizmeta heywanan.
Di beşa taqîgehê de karûbarên ultrason, xwîngirtin û rêntgenê dikarin bêne kirin, li navendê 51 holikên kûçikan, malikên pisîkan, stargehên dewaran û avahiyên kargêriyê cih digirin.
Armanc ew e ku heta dawiya meha îlonê Navenda Venêrîn û Rehabîlîtekirina Heywanan amade bibe.
