Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Tîma Atletîzmê ya Şaredariyê derket fînala Tirkiyê

Tîma Atletîzmê ya Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin di encama serkeftinên xwe de 30’ê berfanbarê beşdarî Fînala Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Klûbên Atletîzmê dibe, final li bajarê Edeneyê ye.

Tîma Atletîzmê di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê Klûba Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin de xebatên xwe dimeşîne û di Fêrgehên Sporê yên bêpere de hatiye kevşkirin, ev tîm di musebeqeyên xwe de gelekî serkeftî ye.

Tîma Atletîzmê ya Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin, di berhevdanên nîv fînalê yê Lîga Kros a Herêmê ya Tirkiyeyê de ku 17’ê berfanbarê li Sehaya Atletîzmê ya Seyrantepê hate lîstin, serkeftineke mezin bi dest xist.

Di encama pêşbirkan de Tîma Atletîzmê di beşa U14 ya mêran de bû duyem, di beşa U16 ya keçan de bû sêyemîn û di beşa U16 ya mêran de bû çaremîn.

Tîma Atletîzmê ya Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin, di berhevdanên nîv fînalê yê Lîga Kros a Herêmê ya Tirkiyeyê de ku 17’ê berfanbarê li Sehaya Atletîzmê ya Seyrantepê hate lîstin, bi serkeftinên xwe derket fînalê.

Rahêner Çetin Aslan di encama pêşbirkan de daxuyand ku Klûba Belediyespora Şaredariya Bajarê Mezin di fînala li Edeneyê de bi Kupaya Şampîyonîyê vegere malê.

Aslan, diyar kir ku armanca wan ew e ku ew Şampîyoniya Olîmpiyatê bi dest xwe ve bînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan