Xebata li ser rêya kevin a Mêrdînê dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, li ser 4.5 kîlometir rêya ku Rêya Kevin a Mêrdînê û Rêya Nû ya Mêrdînê digihîne hev, dest bi xebatên firehkirin û nûkirina rê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, Rêya Kevin a Mêrdînê ku girêdana Girê Çilezîzan, Pira Dehderî û Birca Keçikê li ser e û ev sembolên bajar in, nû dike.
Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, li ser Rêya Kevin a Mêrdînê xebatên çaksaziyê dan destpêkirin. Li ser vê rê, gelek şûnwarên dîrokî û çandî ku di warê turîzmê de xwedî giringiyê ne cî digirin.
Ekîbên çêkirina rêyan, li ser deverên ku rê bête firehkirin, xebatên kolandin, lêkirina bend û dîwarê teniştê dimeşîne.
