Xebata li Taxa Çelikevlerê didome
Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ’yê, li Taxa Çelîkevler a Yenîşehrê xebata danîna xeta ava vexwarinê û kanalîzasyonê dimeşîne û di encamê de 661 metre xeta kanalîzasyonê hate danîn.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Taxa Çelîkevlerî ya bi ser navçeya Yenîşehrê xebatên xwe didomîne.
Ekîbên DÎSKÎ’yê ji bo çareserkirina pirsgirêkên avê û binesaziyê yên taxê zend û bend şidandin, heta niha 661 metre xeta kanalîzasyonê cî bi cî kir.
Di çarçoveya vê projeyê de 5 hezar û 433 metre xeta kanalizasyonê, 5 hezar û 892 metre xeta ava gemar û 4 hezar û 933 metre jî dê xeta ava vexwarinê bête dabînkirin, berdêla vê projeyê 4 milyon û 664 TL digire.
DİSKİ Genel Müdürü Fırat Tutşi, çalışmaları yerinde inceleyerek personelden bilgi aldı.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebat li cihê wê seh kirin û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin.
