Xebata ziftkirina xeta Deriyê Mêrdînê – Pira Kabê destpê kir
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, venêrîna xwe li ser karê ziftkirina xeta Deriyê Mêrdînê – Pira Kabê destpê kiribû berdewam kir.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirin Lênêrtin û Jêrsaziya Rê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li xeta Deriyê Mêrdînê – Pira Kabê dest bi ziftkirinê kirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, xebata zivtkirinê li cî şopand û di derbarê xebatê de ji berpirsên beşê agahî stand û ji bo keda wan spasiya karkeran kir. Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin û wekîlê Hevserokên Şaredariya Sûrê beşdariya vê geryana Mizrakli kirin.
Ev riya ku wê bi 5 hezar ton zivt lê bê kirin û danîne pêşiya xwe berî cejna Remezanê bê temamkirin, Mizrakli li temamê vê xetê meşiya, venîrîna xwe berdewam kir û daxwaz kir ku piştî zivtkirinê ji bo hatûçûna hewlatiyan peyarêyên bikêr bên çêkirin. Ji ber ku xeta Deriyê Mêrdînê – Pira Kabê ji aliyê geştûguzariyê ve xwediyê ciyek giring e, piştî zivtkirina vê xetê wê peyarê bê çêkirin, bê ronî kirin, dîwarê wê yê îstinatê bê nûjenkirin û xebatên peyzajê bê çêkirin.
