Xwendekarên lîseyê “Derî” pir eciband
Lîstika nû “Derî” ya Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bînerên şanoyê eleqeyeke germ dît, xwendekarên lîseyê pir jê hez kir.
Şanoyên Bajêr ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bi lîstika xwe ya nû “Derî” li pêşberî şanohezan e.
Li ser daxwaza rayedarên dibistanan Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civak zend û bend badan û ji bo xwendekarên Lîseya Anadolu ya Teknîkî û Pîşeyî a 500 Evlerê pêşandaneke taybet li dar xist.
Pêşandana ku li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç birêve çû rastî eleqeya germ a xwendekaran hat.
Xwendekaran, li hêwana şanoyê bi deqeyan ji bo şanogeran çepik lêdan.
Lîstika ku Umut Yilmazer nivîsiye, Erdal Ayna û Ayşe Taylan dilîzin, lîstika bi serpiriştiya hunerî Handan Ekîcî dike bi kurdî ye û derhênerê wê Îbrahîm Kaçmaz e.
Mijara Şanoyê
Nivîskar piştî ku diçe ser mêzê derî dadide û paşê meraq dike ka li pişt derîyan çi heye, çi tune ye, ew jî li ser vê difikire û çîrokan di serê xwe de çêdike. Ew dest pê dike ji wê jiyana pişt deriyan ku ew nabîne, hayê wî jê tune ye û wan mirovên wir nas nake, hin rûdanan pêşkêş dike. Ji bajarê ku dixwaze jê fam bike û qala wî bike çîroka mirovan dide hev û wê raber dike.
