Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Zabite nahêle goşt bi neqanûnî bê peydakirin

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Baglarê ji bo deverên goştê nezirê bêyî çavdêriya beyteran serjê dikin û difiroşin kontrol pêk anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta parastina tenduristiya gel li seranserê bajêr ji bo kesên goştê nezirê bi rêyên neqanûnî serjê dikin û difiroşin kontrolên xwe didomîne.

Serokatiya Daîreya Zabiteyan, li taxa Yenîkoy a Baglarê ji bo kesên bêyî çavdêriya beyteran goştê nezirê serjê dikin û difiroşin kontrol pêk anî.

Dawî li dagirkeriya warê cemaweriyê hate anîn

Ji bo kesên bê destûr warê cemaweriyê dagir kirine û bûne sebeba qirêjiya jîngehê û gemara heywanan mudaxele hate kirin, ekîban dest danî ser kereseyê wan û der barê wan de kiryara cezaî pêk sepand. Serokatiya Daîreya Zabiteyan bang li welatiyan kir û nezirên xwe bi rêbazên neqanûnî nedin serjêkirin û heke rastî tiştekîw eha bên jî bila pêwendiyê bi ALO 153 xeta gilî gazinan a Şaredariya Bajarê Mezin re bikin. Di kontrolên Zabiteya Şaredariyê de ekîbên Gerînendetiya Çandiniyê a Baglarê, Zabiteya Şaredariya Baglarê û ekîbên Asayîşa Bajêr jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan