Zankoya Akademî, dê pêşiya ciwanan veke
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo tevkariyê di warê plansaziya karîyerî ya ciwanên zanîngehê bike Zanîngeha Akademî dixe ber xizmetê.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarok û ciwan di jiyana xwe ya xwendinê de serkeftîtir bin xizmetguzariyên cur bi cur bi pêş dixe.
Şaredariyê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de, li navçeya Sûrê avahiyeke restorekirî ji bo xşzmeta xwendekarên zanîngehê dabîn dike.
Cihekî xweş bo xebatên çandî
Ev avahî bi navê Zanîngeha Akademî tê damezrandin, ji bo ciwan di warê plansaziyên xwe yên kariyerê de bi pêş bixin dê destekê bide wan.
Zanîngeha Akademî ji bo xebatên çandî cihekî guncaw e û ji bo xwendekarên zanîngehê li gorî beşa wan ya tê de dixwînin dê tevkariyê bi wan re bike.
Li zanîngeha Akademî dê kar û barên perwerdeyê bi destê perwerdekarên pispor bê meşandin û xebatênb mîna xwenbdina pirtûkan, xwendina helbestan, gotûbêjan, panel û konferansan lê bêne lidarxistin.
