Serdana Hevserokên DBBê, Baroya Amedê, TMMOB û TUM BEL-SENê

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun serdanên pîrozbahiyê yên Baroya Amedê, Lijneya Koordînasyona Parêzgehê ya TMMOB û rêveberên TUM BEL-SENê qebûl kirin.

 

Seroka Baroya Amedê, Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Lijneya Koordînasyona Parêzgeha Amedê û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Hemî Şaredarî û Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) û endamên lijneya rêveberiyê hatin serdana Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun. Mêvanan pîrozbahî li Hevserokan kir û di peywira wan de serkeftin xwestin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren plaketek da hevserokan û hevserokan ji ber serdanê spasiya mêvanên xwe kirin.

Bucak: Xebata we ji bo me bi qîmet e

Hevseroka Şaredariya Amedê Serra Bucak, di serdana pîrozbahiyê ya endamên Lijneya Koordînasyona Parêzgeha TMMOBê de axivî û diyar kir ku piştî wergirtina wezîfeyê li gel nûnerên gel, saziyên sivîl û rêxistinên pîşeyî li salona meclîsê cihê şanaz û rûmetê ye ku ew kom dibin. Bucak got ku ew ê heta pênc salên pêş me bi hev re projeyan çêbikin û pêk bînin. Bucak destnîşan kir ku TMMOB ji bo bajêr saziyeke girîng e û wiha got: "Dema em pêvajoya wefadariyê dinirxînin, xebatên we yên li vî bajarî û pêkhateyên din, pêvajoya we ya raporkirina hin neheqiyan û hebûna we di van xebatan de gelek bi qîmet e bo me."

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31