Şaredariya Amedê dest bi kampanyaya paqijiyê dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya şaredariyên navçeyên navendê dê li seranserê bajêr kampanyaya paqijiyê bide destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo paqijkirina 136 sererêkan, meydan, termînalên otobusan ên navbajaran, termînalên otobusan ên navçeyan, odeyên lezgîn û qadên bendewariyê yên nexweşxaneyên taybet û giştî yên li navenda bajêr dê kampanyayekê bide destpêkirin. Kampanyaya paqijiyê ya ku dê bi 3 ekîban bê kirin dê 25ê Nîsanê roja Pêncşemê saet di 20.00ê de li Taxa Dortyol a navçeya Baglarê dest pê bike. Kampanyaya ku wê li ser esasê feraseta hawirdor û ekolojîk pêk were, li gorî salnameya diyarkirî wê her roj li kolan û bulvarên di lîsteyê de bê meşandin.

Hevserok: Bila gelê me piştgiriyê bide kampanyayê

Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun der barê kampanyayê de daxuyanî dan û diyar kirin ku ew ê bi piştgiriya şaredariyên navçeyên navendî dest bi vê kampanyayê bikin û bi kampanyayê re 136 noqte dê bên paqijkirin. Hevserokatiyê got, "Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin banga me ya kampanyaya paqijiyê û di dema komkirina çopê de çopên xwe bi awayekî rêkûpêk berhev bikin û di konteynerên çopê de vegirin."

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31