Li Gêlê sehbêriya keştîyan hat kirin

Di sehbêriyên ku ji aliyê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Gêlê ve bi hev re hat lidarxistin de 2 botên ku sotemeniya fosîlê bi kar tînin, hatin mohrkirin.

Ekîbên Midûriyeta Trafîkê û Kontrolê ya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin û ekîbên Midûriyeta Zabiteyan a Gêlê, ji bo welatî û mêvan li navçeya Gêlê ku bi demsala biharê re hejmara turîstên xwecihî û biyanî lê zêde dibe, pirsgirêk dernekevin, kontrol zêde kirin.

Du keştî hatin mohrkirin

Di kontrolên ku li botên ku li ser Gola Bendava Dîcleyê turên geştyarî organîze dikin de ji bo 5 keştiyên ku bê ruxset dixebitin DTT (Rapora Tesbîtkirina Demkî) hat dayîn, 2 botên ku hat tespîtkirin sotemeniya fosîl bi kar tînin ji aliyê ekîban ve hatin mohrkirin.

Li navçeyên navendî saxtîkirina buhayê hat kirin

Ji aliyê din ve Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatî berhemên bi ewle bikirin û rê li ber zêdekirina bêhiqûqîyê bê girtin xebatên xwe didomîne. Ekîbên zabiteyan etîketên biha yên di beşa kaseya sereke ya li bazarên zincîra herêmî û giştî û supermarketan de kontrol kirin.

Ekîban bi berawirdkirina bihayên etîketên refûj û dozê vekolîn kirin û bi raporên lêkolînê hişyarî dan karsazên ku li gorî zagonan hilberan nefirotin. Di kontrolê de tabloya bacê, niqte, rêgezên paqijiyê û dîroka bikaranîna berheman jî hatin kontrolkirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31