Serdanên pîrozbahiyê bo Hevserokên Şaredariyê dewam dikin

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun serdanên pîrozbahiyê yên nûnerên saziyên sivîl qebûl kirin.

Serokê Federasyona Karsazên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DOGÜNSİFED) Devrîm Turk û endamên lijneyê, Nûnera Odeya Mîmarên Peyzajê ya Amedê Nehîr Aktaş, Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê (IMO) Şaxa Amedê Mahsum Çiya Korkmaz û endamên lijneyê, serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kir.

Nûnerên saziyên sivîl, Hevserok pîroz kirin û di peywira wan de serkeftin xwestin.

Her wiha Hevserokan ji ber serdana wan spasiya nûnerên saziyên sivîl jî kirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31