Emin Ay
Emîn Ay, di sala 1970yî de li gundê Xerzika yê navçeya Pasûra Amedê hat dinyayê. Ay ku li medreseyên cuda cuda xwend, ji beşa îlahiyatê mezûn bû.
Emîn Ay ê ku di Meclîsa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) de wezîfe girt, gelek salan li nava Kongreya Îslamî ya Demokratîk xebat meşand.
Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an de ji navçeya Çinarê bû Endamê Meclîsa Bajarê Mezin a Amedê.
Emîn Ay zewicî ye û bavê 7 zarokan e.
