Li Taxa Korxetê coş û kelecana Şahîya Sporê ya Zarokan
Di Şahîya Sporê ya Zarokan da ku Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Taxa Korxetê ya li navçeya Rezanê hat lidarxistin zarok; ji futbolê heta dîwarê hilkişînê, ji satrincê heta kodkirina robotîk ligel gelek çalakiyên sporî, perwerdehî û yên kêfê hatin ba hev. Zarokan hem ezmûnên nû bi dest xistin hem jî rojeke pir xweş derbas kirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya Şaredariya Rezanê û Komeleya Ji Bo Paşerojê Li Vir in (GÎB-DER) re li Taxa Korxetê ya bi ser navçeya Rezanê ve Şahîya Sporê ya Zarokan li dar xist. Zarokên li taxê dijîn eleqeyeke mezin nîşanî şahiyê dan ku bi armanca piştgirîdayîna geşedana wan a sporî, civakî û zihnî hatibû organîzekirin. Di çalakiyan de ku tevahiya rojê berdewam kirin spor, lîstik û xebatên perwerdehiyê hatin ba hev.
Ezmûna şaxên cuda yên sporê girtin
Li ser bingeha şahiyê di gelek şaxên sporê de yên wekî futbol, voleybol, basketbol, tenîsa li ser masê, dart, dîwarê hilkişînê, langirt (futbola li ser masê) û satrinc zarok hatin ba hev. Zarokên ku beşdarî çalakiyan bûn, derfet dîtin ku şaxên cuda yên sporê biceribînin. Zarokên ku di lîstikên tîmê de bi hev re têkoşîn dan, di çalakiyên sporê yên kesane de jî behreyên xwe nîşan dan û ligel hevalên xwe wekhtekî xweş derbas kirin.
Çalakiyên perwerdehî û yên kêfê eleqe dîtin
Ji bilî çalakiyên sporê, çalakiyên perwerdehî û yên ji bo kêfê ku ji bo zarokan hatine amadekirin ên wekî lîstikên hiş û hişmendiyê, kodkirina robotîk, boyaxkirina rû û mala kivarkan jî hatin lidarxistin. Zarokên ku beşdarî çalakiyên li gorî qadên eleqeya wan ên cuda bûn, hem ezmûnên nû bi dest xistin hem jî bi rêya lîstikan kêfa fêrbûnê jiyan. Li qadên çalakiyê ku zarokan eleqeyeke mezin nîşan da, dîmenên rengîn derketin holê.
Zarok bi spor û lîstikan re bûn civakî
Di şahiyê de ligel ku zarok di nav çalakiyên fîzîkî de bûn, piştgirî hat dan ku bi hev re lîstikan bilîzin û bi hevalên xwe re ragihanê deynin. Zarokên ku di qadên sporê de têkoşîn dan, beşdarî lîstikan bûn û çalakiyên perwerdehiyê ceribandin, bi hev re wext derbas kirin û sosyalîze bûn. Di dema çalakiyê de av, ava fêkiyan û kek hatin belavkirin.
Şahî wê li taxên cuda berdewam bike
Şahîya Sporê ya Zarokan a ku bi armanca piştgirîdayîna geşedana wan a civakî, belavkirina kultura sporê û avakirina qadên jiyana civakî yên ewle hatibû amadekirin, piştî beşdariya mezin a zarokan û çalakiyan bi dawî bû.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca ku gihîştina zarokan a bo çalakiyên çandî, hunerî, sporî û civakî zêde bike, wê organîzekirina Şahîya Sporê ya Zarokan li taxên cuda yên bajêr berdewam bike.
