Ji Koordînasyona Kontrola Xwarinê kontrola berfireh
Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca giheştina gel a bi xwarina saxlem re Koordînasyona Kontrola Xwarinê ku bi hevparî li gel şaredariyên navçeyan hate avakirin, berê xwe da sedema kargehan a li 17 navçeyan û kontrol pêk anî. Di kontrolan de ku li navçeyên Çinar û Çungûşê hatin kirin, dest hat danîn ser bi sedan berhemên xwarinê ku dîroka wan a dawî ya xerckirinê derbas bûbû û hatibû diyarkirin ku ji bo xerckirina mirovan ne guncaw in da ku werin tunekirin; li ser kargehên ku pêkanînên li dijî rêznameyê li wan hatin tespîtkirin jî kirara îdarî hate destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku giheştina welatiyan a bi xwarina ewle û saxlem re dabîn bike, kontrolên xwe yên xwarinê yên li 17 navçeyan berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Kontrola Xwarinê ku ji Yekeya Kontrola Xwarinê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û tîmên zabiteyan ên şaredariyên navçeyan hate avakirin, li navçeyên Çinar û Çungûşê li ser kargehên ku xebatê dimeşînin lêkolînên berfireh kirin.
Hîjyen û dîrokên dawî yên xerckirinê hatin kontrolkirin
Di kontrolan de mercên hîjyenê yên kargehan, dîroka dawî ya xerckirinê (SKT) ya berheman, mercên muhafezekirinê û pêkanînên hîjyenê yên xebatkaran bi hûrgilî hatin kontrolkirin. Tîman, ji bilî kontrolan di dema kar de derbarê hîjyenê de agahî dan xebatkarên kargehan û ew perwerde kirin.
Ji bo ku werin tunekirin dest hat danîn ser bi sedan berhemî
Di encama kontrolên ku li navçeyên Çinar û Çungûşê de, bi armanca parastina tenduristiya gel dest hat danîn ser bi sedan berhemên xwarinê ku dîroka wan a dawî ya xerckirinê derbas bûbû û hatibû tespîtkirin ku ji bo xerckirina mirovan ne guncaw in da ku werin tunekirin. Li ser kargehên ku pêkanînên li dijî rêznameyê li wan hatin tespîtkirin jî kirarên îdarî yên pêwîst hatin destpêkirin.
Dê kontrol li 17 navçeyan berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca dabînkirina xwarina ewle û kêmkirina rîskên ku dikarin tenduristiya gel bixin xetereyê, dê kontrolên ku bi rêya Koordînasyona Kontrola Xwarinê dimeşîne li hemû 17 navçeyan berdewam bike.
