"Sindoqa Çîrokan" li taxên gundewarî gihîşt zarokan
Di çarçoveya projeya "Sindoqa Çîrokan" a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, li taxên Mîraxuran û Zeynikan ên ser bi navçeya Sûrê ve, ji 90 zarokan re 200 pirtûkên çîrokan hatin belavkirin.

Projeya "Sindoqa Çîrokan" ku di bin kordînasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel de tê birêvebirin, berdewam e ku zarokan û pirtûkan bîne cem hev. Bi mebesta ku alîkariya zarokan bikin da ku bîhnvedana havînê bi rengekî berhemdar derbas bikin, hînbûna xwendinê li cem wan pêş bixin û gihîştina wan a pirtûkan hêsan bikin, tîman serdana taxên gundewarî kirin.
90 zarok gihîştin pirtûkan
Di çarçoveya projeyê de li gundikê Tapikê ku ser bi Taxa Mîraxurana navçeya Sûrê ye ji 50 zarokan re 100, li Taxa Zeynikanê jî ji 40 zarokan re 100 pirtûkên çîrokan hatin gihandin. Tîmên ku serdana taxan kirin, bi zarokan re hatin cem hev û pirtûkên li gorî komên temenên wan belav kirin. Zarokên ku pirtûkên diyarîkirî bi eleqeyeke mezin lêkolîn kirin, kêfxweşiya xwe bi tîman re parve kirin.
Teşwîqkirina xwendinê di bîhnvedana havînê de
Bi vê xebatê tê armanckirin ku zarok di meha havînê de ku ji dibistanê dûr in, berê xwe bidin xwendina pirtûkan, dema xwe ya vala bi çalakiyên bikalîte binirxînin û bibe hêsanî ku bibin xwedî hînbûna xwendinê ya birêkûpêk. Tê armanckirin ku pirtûkên çîrokan xezîneya peyvan a zarokan dewlemend bikin, xeyala wan pêş bixin û tevkariyê li çand û zanîna wan bikin.
Piştevaniya pirtûkan digihêje zarokan
Pirtûkên ku bi piştevaniya welatiyan li devera "Sindoqa Çîrokan" hatine civandin, bi taybetî digihêjin zarokên li taxên gundewarî ku derfetên wan ên gihîştina weşanan kêm in. Bi saya projeyê re tê misogerkirin ku pirtûk ji nû ve bikevin nava belavokê û di heman demê de gihîştina zarokan a çavkaniyên çandî û perwerdehiyê jî tê piştgirîkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin bi mebesta ku peywendiya zarokan a bi pirtûkan re bihêz bike û çanda xwendinê belav bike, dê di çarçoveya projeya "Sindoqa Çîrokan" de belavkirina pirtûkan li taxên cuda berdewam bike.
