Hevserok Hatûn beşdarî Kongreya Mîrateya Dîrokî bû

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, beşdarî Kongreya Mîrateya Dîrokî ya ku li Stenbolê li dar ket, bû.

Kongreya Mîrateya Dîrokî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve li Crowne Plazayê hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, şaredarên endamên Yekîtiya Bajarên Dîrokî û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.

Di vekirina kongreyê de bal hat kişandin ser mîrateya dîrokî ya bajaran, amaje bi girîngiya parastina qadên dîrokî û mîrateyên çandî dan, rê û rêbazên parastinê hatin destnîşankirin.

Di kongreyê de bi sernavên "Li Stenbola bajarê erdhejê, ber bi siberojê ve birina mîrateya çandî", "Di warên mîrasê de sêwirana mîmarî û ji nû ve xebitandin: Projeyên Mîrateya ÎMM'yê", "Bi restorasyonê veguherandina avahiyên dîrokî bi jiyanê re" û "Li bajarên dîrokî rêveberiya mîrateya çandî" pêşkêşî hatin kirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31