Serdana Cejna Qurbanê ji bo kal û pîran

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê kal û pîrên ku bi tena serê xwe dijîn ziyaret kir û paketên cejnê wek diyarî da wan.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kal û pîran xizmetên xwe didomîne. Dezgeha ku xizmetên wek paqijkirina malê û lênêrîna kal û pîran dide, di Eyda Qurbanê de pîr û kal ji bîr nekir.

Daîreyê li navnîşanên ku beriya Cejna Qurbanê hatibûn diyarkirin kalên ku bi tena serê xwe dijiyan û di temînkirina hewcedariyên xwe de zehmetî dikişand ziyaret kir, sohbetek dirêj kir û pakêtên cejnê yên ku şîranî, dehf û koln tê de bûn da wan.

Demên hestiyar bûn

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran û xebatkarên Yekîneya Kal û pîran bi baldarî li kal û pîran cejn pîroz kirin. Di navbera Demirkiran û extiyaran de kêliyên hestiyar derketin. Demîrkiran, anî ziman ku kal û pîr bîranîna bajêr in û ew ê xebatên xwe bidomînin. Her wiha Demîrkiran bendewarî û pêdiviyên kal û pîran û memnûniya wan a ji xizmetên ku tên kirin pirsî. Kalan ji ber serdanê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir û cejnên xwe pîroz kirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31