Li Çermûgê cihê firotin û serjêkirina heywanan tê çêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Çermûgê qadeke firotin û serjêkirina heywanan a ji 4 hezar metrekareyî çêdike.

Midûrtiya Karûbarên Fenî ji bo welatî karibin li Çermûgê di hawîrdoreke saxlem de sewalan bifiroşin û serjê bikin projeyek amade kir. Di çarçoveya projeya ku bi 15 milyon TL îhale hat kirin de qadeke firotin û serjêkirina heywanan ji 4 hezar metrekareyî tê çêkirin.

Armanc ew e ku goştê saxlem û bi kalîte were hilberandin

Bi saya tesîsê welatiyên ku li navçeya Çermûgê û navçeyên derdora wê bi sewalkariyê re mijûl dibin dê heywanên ku diçêrînin bifiroşin. Bi temambûna qada firotin û serjêkirina sewalan re wê bi teknîkên nûjen goştê saxlem, bi kalîte û hazir bê çêkirin.

 

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31