2yemîn Patrîkê Ermeniyan yê Tirkiyeyê serdana Hevserok Hatun kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun 2. Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Kadasetli Sahak û heyeta pê re qebûl kir.

2. Patrîkê Ermeniyên Tirkiyeyê Kadasetli Sahak û heyeta pê re, li meqamê Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun, serdana wî kirin. Patrîk Sahak û kesên pê re ji aliyê Hevserok Hatûn ve hatin pêşwazîkirin.

Hevserok Hatûn ji ber serdana Patrîk Sahak û şanadeya pê re spasiyên xwe pêşkêş kir.

Piştî hevdîtinê Hevserok Hatûn tableta ku Ahûra Mazda li ser hatiye xemilandin, da Patrîk Sahak; Patrîk Sahak pirtûkeke ermenî diyarî Hevşaredar kir.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31