Serdana Odeya Endezyarên Madenê bo Hevserokan

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, mazûvaniya Serokê Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Madenê Ayhan Yuksel û heyeta pê re kir.

Serokê Lijneya Rêveber a Odeya Endezyarên Madenê Ayhan Yuksel, Hevserokên Şaxa Amedê Zeynep Oguz û Nûrî Alpaslan û endamên lijneya rêveberiyê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kir.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevserokan bi Yuksel û heyeta pê re hevdîtinek pêk anîn.

Hevserokan kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman.

Piştî civînê, Hevserokan tabloya ku Sûrên Amedê li ser hatine xêzkirin pêşkêşî Yukselî kirin; Yuksel gopalekî madenê diyarî Hevserokan kir.

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28