Kûçikê ku ketibû coyê hat rizgarkirin

Ekîbên Midûriyeta Îtfaiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kûçikê ku di nav sînorê navçeya Çinarê de ketibû coya avdanê ya Karên Hîdrolîk a Dewletê (DSÎ) xilas kirin.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Îtfaiyeyê piştî ku ji xeta piştgiriyê ya "Alo 153" gilî girtin der barê kûçikê ku li navçeya Çinarê ket coya DSÎyê bi lez û bez hatin cihê bûyerê. Kûçikê ku ji aliyê îtfaiyeyê ve ji xeniqînê xilas bû ji bo kontrolên pêwîst ên tenduristiyê şandin Mala Lênêrîna Heywanan û Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30