Şaredarî kursiyên bi teker ên astengdaran temîr dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kursiyên bi teker ên kesên astengdar bêpere temîr dike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo kêmkirina zehmetiyên kesên astengdar xebatên xwe didomîne.

Midûriyeta Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, li atolyeya lênihêrîn û temîrê ya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ye, bi awayekî bêpere lênihêrîn, temîrkirina kursiyên bi teker ên bi destî û bi akû ji bo astengdar karibin rehet bi kar bînin, pêk tîne.

Kesên ku dixwazin ji atolyeya temîrkirin û çaksaziya kursiyên bi teker sûdê wergirin dikarin serî li Midûriyeta Şaxa Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran bidin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30