Hevşaredaran serdana Şaredariya Çinarê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Şaredariya Çinarê ziyaret kirin. Di serdanê de ligel hevşardaran, endamên meclîsê jî amade bûn.

Hevşaredarên ku ji aliyê Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu ve hatin pêşwazîkirin, çûn ber avahiya xizmetê ya şaredariyê. Hevşaredaran bi Akyuz û Arzu re hevdîtin kirin.

Hevşaredar Bucak û Hatun der barê xebatên li navçeyê tên kirin de agahî girtin û der barê xebatên ku bên kirin de nêrînên xwe anîn ziman.

Hevşaredaran kulîlk diyarî Akyuz û Arzu kirin û di peywira wan de serkeftin xwestin.

Hevşaredarên Çinarê jî ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31