Şaredariyê di navbera Benûsen û Deriyê Çiyê de dest bi xizmetên rînga bêpere kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan di navbera Benûsen û Deriyê Çiyê de dest bi xizmeta ringê ya bêpere kir.

Di dema ku Serokatiya Xizmetên Veguhastinê xebatên xwe yên veguhestina ewle û rehet didomîne, daxwazên welatiyan jî dinirxîne û çareseriyan çêdike.

Di Civîna Gel a 7ê Tebaxê de ku li Benûsenê pêk hat û Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun jî tê de beşdar bûn, ji bo pirsgirêka çûnûhatinê ya ji aliyê welatiyan ve hat îfadekirin, çareserî hat dayîn.

Serokatiya Xizmetên Veguhestinê ji bo hêsankirina veguheztina ji Benûsen ber bi navenda bajêr ve karûbarên rînga belaş dest pê kir.

Seferên otobûsa ring dê 12ê Tîrmehê roja Duşemê saet di 06.30an de dest pê bikin û dê tevahiya rojê bi navberên saetekê berdewam bikin.

Rêgeha ringê weha ye

Rêya servîsa rîngê ya ku dê bi wesayitekê bê kirin wek Dagkapi, Eskîhal û Benûsen hat diyarkirin.

'Me bi hev re dest bi du xizmetan kir'

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Reşat Bakan ku ji ber gera rîngê çû Benûsenê bi welatiyan re sohbet kir û der barê xizmetên ku bên kirin de agahî da. Bakan ê ku bi Muxtara Taxê Sadiye Sebat û welatiyan re li wesayîta rîngê siwar bû, diyar kir ku li Benûsenê du xizmetên ku her roj bi rêkûpêk bên kirin dane destpêkirin.

Bakan wiha got: “Em bi hev re li Benûsenê dest bi du xizmetan dikin. Xizmeta me yek sefera rîngê ye û ya din jî li gel Şaredariya Yenîşehîrê karê paqijiyê ye. Me dest bi van kir. Servîsa rîngê dê her roj di navbera Dagkapi û Benûsenê de servîsa belaş bide. Semta Benûsenê wê her roj bi rêkûpêk bê paqijkirin û qirêjî ji ser devera me bê rakirin."

'Wek gelê Benûsenê em spasiya we dikin'

Muxtara navçeya Şehîtlîkê Sadiye Sebat kêfxweşiya xwe ya ji bo destpêkirina xizmeta ringê ya bêpere anî ziman û wiha got: “Daxwaza ringa bêpere ji gelê Benûsenê hebû. Me daxwazname ji Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin kir. Ew jî hatin, dîtin û nirxandin. Îro bi ya herî baş dest pê kir." 

Ji şêniyên taxê Seyfettîn Ayazli jî wiha got: “Wek gelê Benûsenê me daxwaza xwe ya otobus û mînîbusan ji muxtara xwe re kir. Bi rêya Muxtara me ji Şaredariya Bajarê Mezin re hat şandin û ev wesayît bi lez û bez ji me re hat veqetandin. Wek gelê Benûsenê em gelek spasiya we dikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31