Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kreşxane û Malên Lênêrînê yên Zarokistanê kontrol kir û xwest ku kreş ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bin.
Hevşaredar Serra Bucak serdana Zarokistana Baxcilar û 450 Evlerê ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşînin, kir û seh kir. Hevşaredar Bucak ku der barê rewşa heyî ya kreşan de ji serokên yekîneyan agahî girt, piştre dersxane, odeyên razanê, salona xwarinê, nexweşxane, salona werzîşê, salona muzîkê, salona konferansê û yarîgehên zarokan ên li kreşan ziyaret kir.
Dê kêmasiyên li kreşan bên rakirin
Hevşaredar Bucak diyar kir ku kreş û navendên lênêrînê yên Zarokistanê ne weke yên di sala 2015'an de hatin hiştin. Bucak diyar kir ku ew ê beşên nebaş ên kreşan ji nû ve aktîv bikin û baxçe û qadên lîstikê nû bikin, ji bo ku kêmasiyan ji holê rakin û kreşxaneyan ji bo dewreya nû ya perwerdehiyê amade bikin yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.