Nivîskar Beşîkçî û Yekîtiya Meclîsên Malnişînan serdana Şaredariyê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun mazûvaniya Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Serokê Weqfa Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz û nûnerên Sendîkaya Meclîsên Teqawîtan kir.

 Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz, endamên lijneya rêveber û aktîvîstên Sendîkaya Meclîsên Teqawîtan (EMS) Şaxa Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kirin.

 Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredaran bi Beşîkçî, rêveberên weqfê û aktîvîstên EMS'ê re hevdîtinên cuda pêk anîn.

 Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanan anîn ziman û spasiya mêvanên xwe kirin. 

 Civaknas û nivîskar Beşîkçî pirtûkek îmzekirî pêşkêşî Hevşaredaran kir.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31