Print this page

Li Kayapinar û Yenîşehîrê 4 seha tên nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo nûkirina qadên futbol û basketbolê yên ku 2 sal in li taxên Gurdogan û Barişê bêkêr mane, dest bi xebatê kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê bi piştgiriya Park û Baxçe, Parastin û Kontrola Jîngehê û Xizmetên Piştevaniyê li Taxa Gurdogan a navçeya Yenîşehîrê û Barişa Kayapinarê li qadên futbol û basketbolê yên ku 2 sal in bêkêr in, xebat dan destpêkirin. 

Dê ji welatiyan re terxan bibe

Ekîban li taxên Gurdogan û Barişê dest bi temîrkirin û nûkirina 2 qadên futbol û 2 qadên basketbolê kirin û piştî ku xebat di demeke kin de bi dawî bûn dê van sehayan bixin ber xizmeta welatiyan.

Image Gallery