Hevşaresar Bucak beşdarî çalakiya 'Zarokên Di Xwezayê de Şa' bû

 Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak beşdarî çalakiya "Zarokên Di Xwezayê de Şa" bû ku li Parka Jiyana Civakî hat lidarxistin. 

 Ji bo zarokên ku ji atolyeyên havînê sûd werdigirin ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Daîreya Xizmetên Civakî ve çalakiya "Zarokên Di Xwezayê de Şa" hat lidarxistin.  Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serokên daîreyan, endamên meclîsê û zarok beşdarî çalakiya li Parka Jiyana Civakî û qada Bêhnvedanê ya navçeya Yenîşehîrê bûn. 

 Zarokan demeke xweş derbas kirin

 Ji zarokên ku tevî mamosteyên xwe beşdarî çalakiyê bûn taştê û firavîn hat dayîn.  Zarokan li qada pîknîkê di atolyeyên huner, muzîk û werzişê de demeke xweş derbas kirin. 

 Hevşaredar Bucak guh da daxwazên zarokan 

 Hevşaredar Bucak ku şirîkê lîstokên ku zarokan dilîzin bû, bi zarokên di xelekê de sohbet kir û daxwazên wan guhdarî kir. 

 Zarokan daxwazên xwe yên wekî sehaya xalîçe, otobusa bêpere, hewz, bîsîklet, xaneyên heywanan û paqijiya hawirdorê ji Hevşaredar Bucak re anîn ziman.

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31