Hevşaredar Bucak beşdarî merasîma cenazeyê Rojîn Kabaiş bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî merasîma cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna wê cenazeyê wê hat dîtin bû û darbest hilda ser milê xwe.

Ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaiş a ku 18 roj piştî windabûna wê li Wanê duh li qeraxa Gola Wanê hate dîtin, li Goristana Yenîkoya Amedê merasîmeke cenaze hate lidarxistin. Di merasîma cenaze de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, parlamenterên Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM), hevşaredarên navçeyan, Alîkara Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zerîn Turk, serokên daîreyan, endamên meclîsê, nûnerên saziyan û malbata Kabaiş amade bûn.

Piştî nimêja cenazeyî, cenazeyê Kabaiş bi wesayîtê anîn goristanê. Hevşaredar Bucak û jinan darbest ji wesayîtê derxist û bire goristanê. Cenazeyê Rojîn Kabaişê li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Hevşaredar Bucak piştî merasîmê sersaxî ji malbata Kabaiş re xwest.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31