Hevşaredar Bucak beşdarî civîna encûmena TBBê bû

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna encûmena Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) bû ku li Enqereyê hate lidarxistin.

Civîna encûmena meha cotmehê ya Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê (TBB) li Enqereyê pêk hat. Di civînê de ku li avahiya Navenda Giştî ya TBBê di bin serokatiya Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê TBBê Ekrem Îmamoglu de hate lidarxistin, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û endamên encûmenê beşdar bûn.

Di civîna encûmena TBBê de, mijarên "Plana Stratejîk a 2025-2029", "Bernameya Performansê ya 2025an" û "Bûdceya Malî ya 2025an" hatin guftûgokirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30