Endamên meclîsa TBB'ê li Enqereyê bi rojeva qeyûmî civiyan

Desteya Rêveber a Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) ji ber ku qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Halfetiyê hat kirin, li Enqereyê civîneke awarte li dar xist. Piştî civîna ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî amade bû, têkildarî tayînkirina qeyûman dê daxuyanî bê dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, piştî ku Hevşaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ji peywirê hatin bidûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, lijneya TBBê banga civîneke awarte kir. Li ser vê yekê li Enqereyê Civîna Lijneya Awarte ya TBByê hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamên meclisê beşdarî civîna ku bi serokatiya Serokê TBB û Şaredariya Bajarê Mezin a Stanbolê Ekrem Îmamoglu hat lidarxistin bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji kar hat bidûrxistin û qeyûm li şûna wî hat tayînkirin, ji ber kar û barên xwe bi vîdeo konferansê beşdarî civînê bû.

Têkildarî tayînkirina qeyûman dê piştî civînê daxuyanî bê dayîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Gulan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31